لماذا يتباكى الفاشيون العرب على احفاد هولاكو ويمجدونهم ........اعداء الكورد اغبياء تتساقط اقنعتهم الواحده تلو الاخرى ووقع اليوم قناع الشهرستاني .......ارتكب الارهابيون احفاد هولاكو حماقة جديدة اليوم بقصفهم بعض القرى التابعة لمحافظة دهوك .......لم يوفى حفيد مسيلمة الكذاب بعهده مثل سلفه الاشيقر .......مسابقة حول اوجه التشابه بين احفاد الضحاك واحفاد مسيلمةالكذاب واحفاد هولاكو تقيمها دار العلوم في موسكو
 

 

 

 

Revenda kurd li Elmaniya Köln û Helbijartin
 
 
Duhî sipêdê û li demjimêr 08:00 bi goreyî dema elmaniya, prosêsa dengdanê li Elmaniya binkê Köln´ê birêve çun .
Weku hatiye diyarkirin bu revenda kurd û Îraqî yên ewropa, keneda, USA û Australiya li rêkeftî 5 ta 7 ê heyîva adarê dema dengdanê ye, bu hindê ku hawlatiyên derveyî Îraq´ê bikarin di mawê van 3 rojan da xwe bigehînine bikên dengdanê yên nêzî xwe û dengê xwe bikar bînin .
Revenda kurd li herêma Bakurê ava rhein ( NRW ), Hannover û Hessen û dewruber xwe bigehînine binkê Köln, ku ji bu wan nêzîke .
Roja 1ê ya dengdanê nêzîkî 500 kesan qesta Köln´ê kirin û dengên xwe dan nunerên xwe, hejî amajê ye ku 90% ji wan Kurd bune. Kêsheyên ku arasteyî dengdêran bun ewe bu ku diyar bu piraniya wan tenha hijmara lîsteya xwe dizanîn , lê hijmara kandîdê/a xwe ne dizanîn .
Pitir ji 30 kesî di roja yekê da bê behir bun ji dengdanê, eger jî vegeriya ve bu ne buna belgeyê 2yê, kewate hebuna passporteka Elmaniya, lê ne buna nasnama Îraqî, yan belgeyekê fermî yê îraqî .
Pêdvî ye ser dengdêrî 2 belgeyên fermî yek bi wêne yê dî diyar kirina cih û mêjuya dayîkbunê li gel xwe bînin. Nav û hijmara lîsteya xwe û jimara berbijarî/ê bizanin .
Hejî bêjîn, roja yekê ya helbijartina li Köln ji demjimêr 08:00 sibê taku 18:00 êvarî berewam bu, bêyî hîç problêmek peyîa bît, bi rengekê azad û demokratî bidawî hat .
 
Armanc Egîd Nêrweyî
çavdêrê Siyasî - Köln

الصفحة الرئيسية