لماذا يتباكى الفاشيون العرب على احفاد هولاكو ويمجدونهم ........اعداء الكورد اغبياء تتساقط اقنعتهم الواحده تلو الاخرى ووقع اليوم قناع الشهرستاني .......ارتكب الارهابيون احفاد هولاكو حماقة جديدة اليوم بقصفهم بعض القرى التابعة لمحافظة دهوك .......لم يوفى حفيد مسيلمة الكذاب بعهده مثل سلفه الاشيقر .......مسابقة حول اوجه التشابه بين احفاد الضحاك واحفاد مسيلمةالكذاب واحفاد هولاكو تقيمها دار العلوم في موسكو
 

 

 

 

 

 

Jiyan di mirinê de awazek nepen e

 

GULNAR ELÎ

Dema asîman xelatê yezdan
ji sarbûna axa spî…
spî befreka stêrîn dibarîne
Dîsan saleke din
kulavê xwe xwar dike
axînokên di navbera spiyatiyê de
bi rengê keskesoran xewnên xwe dialîne,
bi dengê şemendeferan
pişt dide vê şeva kuh,
di nav berperên dirokê de, li gora xwe digere

Ew kêlîk in di navbera min û te de
ji pirozî û roniya agirê newrozê ne
çûna te ya bêzivrîn
pêngavên min xweş dike
li dûf te bezîm, bi firehiya deryayan
çengên xwe vedikim.
Birîn, bîranînên xwe
xewn û xweziyên xwe, berya barkî,
di hembêza xwe bikim.

Jana min ez im.
Hilmek ji birîna te ez im.
Soratiya birînên min,
nexşe di nav spiyatiya kulavê te de fener e
pêngavên hêviyan xweş dike.

Bila ev şev bibe
peykerê Gulnara ji mirinê veristî,
li jiyanê hilmeka negehiştî
ji nû ve dest bi xwandina dîroka xwe bike
bi rêyeka nû, geş.
Di kêlîkên dawiyê ji salê,
gengeşeyek dûr û dirêj
di navbera min û ez im de hebû
dîsan sersal e!
pîrozî li kolanan, li malan,
li ser torê, kart û nameyan belav dibin
wekî stêran li ber banê ve şêve
dîsan rondik,
girnijîn
xwezî

Dîsan tu dûr î
ez dûrtir
çend sal buhurîn wek hev
di hêlîvana vê şevê de
girnijîn, neynika xweşiyan e,
kenî neynika serboran e.

Serbor taca ser e.
Serbor girnijîna por e
ji kelkela awazên nehênî,
di navbera dilên zarokên nehiştî,
di vê şeva pîroz de,
hejde şemalk di çavên xewnê de helkirin,
xemên xwe şarandin.

Bila sala buhurî
di nav xweliyê de bête nimandin
gerim û ronahî di girnijîna çavên me de
rojên xweş
kêlîkên dengvedayî
roniya xwe diyar biken, diyarî sala nu bibin.

Çendî salan min yadgarên xwe dinivîsandin
bo sala nû min parpar dikirin.
Çendî salan li ber fanos û şemalokan
min xemên xwe disotandin,
xewnên xwe nû dikirin
kesî nedigot min, xemên te
pîroz in
dilsoz in
nesojîne xewnên xwe, bike şemalk
bila bibine şemal,
di henasa xwe de ava bike
Xewn her tu yî
Evîn her ez im
Welat her tu yî
Mişext her ez im.
Tu her ne tu yî!
Çend salan gez ber destê te bû
destê te li bin berî
nalînan çîrokên xwe disotin
Bihna hozanan, kozîrkên te
hêsir, di gel belgên darhinarê dibarandin.
Noke axînokên te
di gel domana serê zinaran
ji şebenga rojê dibare.
Nekî ko bikî girî
silavên wexerê dergehê destpêkê vedike
destpêk rêk e
rêkê bizav divê
bizav pêtivî te ye
da bigehiye şahiyê
salek dî ye, rojek niye.
Şirîn û nazenîn in
xewn û xwezî
xebat û çalakî
şev û roj
şemal û ronahiye
dem û soz.
Tu her têy
henasa te
li hemî cejin, seyran û festîvalan
germa şilêrê li zozanan beravên min
çîrokên me li devê kewan dike.
Bi şadî dixwînin,
di pîroziya
bêrî, jan, evîn, duratiyê germatiya çîrokên bêdawî
dilên me kela xwe nerêt.
Eger hezar sal jî bibuhurin
eger tinê du rondik
di qirka şeva min de mabin
rondikek bo xatirxwestina mirina min e
ya din di herdu kevalan de
ji bo destpeka jiyana min di mirineka bêdawî de.

Şilêr bixûra xwe
li gundiyên gundê zulmê, belav kit,
şeyda, bêser û sewda
şûnpêta kela dilên me, dê rabine nivêjan.
Salek din gehişt karwanê bîraninan
çend bîrhatin rondik dê barin
çend xwezî, dê çirakê şevên bêdawî demînin.
Ez dê pereke nû ji xameka nû
bi dilekî geş, navê te, di gilwazê bihinveda xwe de,
kime nîşana serêkaniya evîneka bedew.

 

الصفحة الرئيسية